ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2023
1 tîrmeh, 2023   23:00

- Jinên ciwan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên xwe yên li dijî herêmê wê nikaribe gel ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe û gotin: ''Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertiya xwe berdewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Erdogan careke din behsa komplo û gefên li dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê kir û bi Mîsaqî Millî gef li her kesî xwar û got “hûn ê berdêleke giran bidin”. Lê ji bîr kir ku ewlehiya Ereb, Kurd û Yewnanistanê xistiye xetereyê. Erdogan di Kongra Turkmen de careke din nexşeyên dagirkirina Sûriye û Iraqê nîşan da. (BI WÊNE).

- Piştî dan û standinên Astanayê li "herêma bêçek" êrişên giran hatin kirin. Tevî hewldanên agirbestê şerê li Sûdanê dewam dike. Têkildarî Başûrê Kurdistanê jî şîrovekarên siyasî diyar kirin ku bidawîkirina nakokiyên her du partiyan ne pêkan e.

- Endamê  Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El Elî hişyarî da ku berdewama qutkirina ava çemê Firatê dê bibe sedema kêmbûna rûbera çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Behrem Silêman firoşkarê yekane yê masiyan li navçeya Tirbespiyê û ji 30 salan ve debara xwe bi vî karî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- xwe ya şêrîn ketim, dîsa van kevneperest û xayinan hicûmek dan Şengala min a şêrîn, kuştin kal û zarok û xityaran heta zarokên di pêçekê de.. ay Kurdo” rewşê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA