51 penaber xeniqîn

Boteke penaberan noqî avê bû û 51 penaberên tê de jiyana xwe ji dest da. Bota penaberan ji Mexribê diçû Giravên Kanaryayê.

51 penaber xeniqîn
2 tîrmeh, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bota penaberan ku ji peravên Mexribê ber bi Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ve diçû, noqî avê bû. Di encamê de 51 penaberan jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku ji kesên di botê de tenê 4 kes hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyan bot li peravên bajarê Tan Tan ê Mexribê bi rê ketiye û ji 51 kesên jiyana xwe ji dest daye 11 jê jin û 3 jî zarok in.

Ji nûnerên rêxistina civaka sivîl Caminando Fronterasê Helena Maleno li ser hesaba xwe ya Twitterê têkildarî mijarê wiha got: “Boteke ku ber bi Giravên Kanaryayê ve diçû noqî avê bû û bû sedema mirina 51 kesan.”

Di 22’yê Hezîranê de jî keştiyeke ku siwariyên wê penaber bûn, 80 mîl nêzî Giravên Kanaryayê noqî avê bûbû, 39 penaberan jiyana xwe ji dest dabû.