Li Efrînê êrişa zayendî li zarokekê kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êrişeke zayendî li zarokekê kir.

Li Efrînê êrişa zayendî li zarokekê kir
1 tîrmeh, 2023   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHR, çeteyên Koma "Hemzat" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Ciwêq ê Efrînê êrişeke zayendî li zarokeke 13 salî kir.

SOHR diyar kir ku çeteyan zaroka 13 salî ya ku bi bavê xwe yê nabîn eû dayika xwe re nexweş re dijiya, birin da ku  alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin û êrişeke zayendî li wê kirin. Piştre ew vegerandin mal û reviyan.

Di 6'ê Gulana 2023'yan de, çeteyên "Emşat" li navçeya Şiyê êrişeke zaynedî li zarokeke 10 salî pêk anî.

(bb)

ANHA