Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan

Behrem Silêman firoşkarê yekane yê masiyan li navçeya Tirbespiyê ye û ji 30 salan ve debara xwe bi vî karî dike.

Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan
Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan
Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan
Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan
Li Tirbespiyê firoşkarê yekane yê masiyan
2 tîrmeh, 2023   06:27
QAMIŞLO - CÎHAN SILÊMAN

Li her bajarekî hin kes bi pîşeyên xwe tên naskirin. Li navçeya Tirbespiyê mînakeke vê yekê heye ku navê wî Berhem Silêman e. Berhem Silêman firoşkarê yekane yê masiyan li navçeyê ye.

Behrem Silêman ji ber ku firoşkarê yekane ye, gelek kes li dora bestaya wî kom dibin. Heta daxwaza wan hazir dike bi hev re dikevin sohbetê. Êdî bestaya wî bûye cihê kombûna xelkê navçeyê. Her wiha bûye şahidê bûyerên li sûkê diqewimin.

Behrem Silêman ji 30 salan ve besteya xwe li goşeya çerxerêya kolana Tale û kolana giştî ya sûka Tirbespiyê datîne. Li dora wî, xwediyên dikanan û kesên ku dixwazin masiyan bikirin, kom dibin.

Ger rojekê bestaya Silêman ne li sûkê be, xwediyên dikanan û derdor mereq dikin bê ka hatiye wî. Ev hezkirin û hevgirtina di navbera xelk navçeyê de nîşan dide.

Têkildarî mijarê Silêman got: “Ez bi kombûna xelkê li dor min kêfxweş dibim. Em sohbet dikin. Gelek kes li ber bestaya min dema behsa cureyên masiyan dikin hev du nas dikin. Ez gelek ji vî karî hez dikim. Beste bûye meqseda şêniyên navçeyê da ku dema xwe derbas bikin.”

Silêman ji gundê Mizgeft ê li ser bendava Mizgeft a Tirbespiyê ye. Dema xwe bi girtina masiyan derbas dikir. Wê demê hin kesan xwest jê masiyan bikirin, ji wê demê de nêçîriya masiyan kir karê xwe.

Silêman dibêje: “Beriya 45 salan em hatin Tirbespiyê. Lê min dev ji nêçîra masiyan berneda. Ji masiyan û nêçîra wê pir hez dikim. Ji bo wê min firotina masiyan ji xwe re kir karek. Ez cureyên masiyan ên digirim û yên ji çemê Firatê, Reqa û Tebqayê difiroşim.”

Di dawiyê de wiha anî ziman: “Mayîna li navçeyê tevî vê besteya min, daxwaza min a yekane ye. Naxwazim ji vê erdê dûr bikevim.”

(şx)

ANHA