Çeteyan 2 kesên din revandin

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 kes ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin.

Çeteyan 2 kesên din revandin
27 hezîran, 2023   11:01
ŞEHBA

Li Efrînê ku 5 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî, talankirina xwaza û şûnwaran û guhertina demgorafiyê bê navber dewam dikin.

Çavkaniyên xwecih ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" li gundê Kefer Zeytê yê navçeyê 2 kes revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Hozan Resûl Kalo (24) û Esed Merwan Kalo (24).

Çavkaniyan destnîşan kir ku heta niha aqûbeta her du kesan nayê zanîn.

(bb)

ANHA