Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e

Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban tê pêşwazîkirin. Xelkê bajêr tenê pêdiviyên sereke dikirin.

Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e
Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e
Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e
Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e
Li Helebê Cejna Qurbanê bê qurban e
27 hezîran, 2023   09:24
HELEB

Lê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de îsal Cejna Qurbanan bê qurban e.

Buhayê berxikekê 2 milyon lîreyên Sûriyeyê derbas dike. Dewarên ji bo qurbanê jî nêzî 4 milyon lîreyî ne.

Li gorî mûçeyên karmend an jî karkerên li wan herêmên, buhayên kel û pelan û qurbanan jî pir biha ne. Ji bo ku karmendek bikare qurbanê ji bo cejnê bikire divê bê xwarin û vexwarin mûçeyê xwe yê 2 sal û nîvan kom bide.

Şêniyên li nava sûkên Helebê digeriyan têkildarî zehmetiyên ku dikişînin nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Şêniyan diyar kir ku zehmetî dewam dikin, lê di cejn û boneyan de zêdetir dibin.

Kesên ji ajansa me re axivîn, ji tirsa hikumeta Şamê nasnameyên xwe eşkere nekirin.

Semîra ya ji taxa Suryan Cidîdê (Suryana Nû) got: "Wekî hûn dibînin li van herêman bihabûn pir zêde ye. Bazirgan ji berê zêdetir keysbaziyê dikin. Di her cejn û boneyekê de şênî ji ber bilindbûna buhayan zehmetiyan dikişînin."

Semîra bal kişand ser qurbanên cejnê û wiha domand: "Cejna Qurbanê li cem misilmanan pîroz e. Berê me her sal di cejnê de qurban serjê dikirin. Lê dema li Sûriyeyê aloziyê dest pê kir, em nema dikarin rê û resmên xwe yên pîroz jî pêk bînin.”

Semîre anî ziman ger kesek bixwaze berxikeke biçûk di cejnê de bike qurban, divê herî kêm zêdetirî 2 milyon lîre bide û wiha axaftina xwe domand: “Lawê min ê li derve ji min re pereyan dişîne. Ez bi wan pereyan debara xwe dikim. Piraniya xelkê van herêman wekî min in.”

Omer ê li taxa Eşrefiyê jî wiha axivî: "Ez duh daketim sûkê, ez li hember buhayên tiştan matmayî mam. Berê jî bihabûn hebû, lê niha hedê xwe derbas kiriye.”

Omer diyar kir ku buhayên cil û berg û şêraniyan ji dema Cejna Remezanê jî bilindtir in û destnîşan kir ku ew vê cejnê ji bilî pêdiviyên sereke yên malê, nikarin tu tiştekî din bikirin. Omer anî ziman ew bi pereyên ku lawê wî yê li derve jê re dişîne, dijî û got: “Rewş li vir êdî nayê tehmûlkirin.”

Nebîhe ya ji taxa Suryana Kevn jî bi bîr xist ku kîloya goşt bi 85-100 hezarî ye û got: “Malbata me mezin e, pêdiviya me bi nêzî 5 kîlo goşt heye. Ji bo wê jî nîv milyon lîre pêwîst e.”

Nebîhayê got mûçeya hevjînê wê 150 hezar lîre anku 17 dolarî derbas nake û wiha domand: "Hevjînê min li dibistaneke hikumetê mamosteyê zimanê îngilîzî ye.Em ê bi van pereyan çawa goşt bikirin. Me tenê pêdiviyên bingehîn kirîne. Xwişka min a li derve pere şandin ji bo hinek pêdiviyên xwe bikirim. Bêyî wê rewşa me ya madî zehmet e. Êdî bes e keysbazî û dizî.”

(fr/c)

ANHA