Avahiya hilweşiyayî ya Misirê: Cenazeyekî din hat derxistin

Tîmên rizgariyê yên parêzegeha Îskenderiyê ya Misirê cenazeyê ciwanekî din ji bin kavilên avahiya hilweşiyayî derxist. Bi vê yekê heta niha cenazeyên 2 kesan hatine derxistin, 4 kes jî bi birîndarî hatine xilaskirin.

Avahiya hilweşiyayî ya Misirê: Cenazeyekî din hat derxistin
27 hezîran, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Rizgariyê yên girêdayî Rêveberiya Parastina Sivîl a parêzgeha Îskenderiyê ya Misirê cenazeyekî din ji bin kavilên avahiya li herêma Sîdî Beşir hilweşyayî, derxist.

Li gorî rojnameya Şirûq a misirî, cenazeyê yekemîn ê ji bin kavilan hatibû derxistin ê ciwanê ji nasnameya Sûdanê yê bi navê Mistefa. A.E. yê 22 salî bû. Her wiha 4 kes bi saxî hatibûn derxistin û rakiribûn nexweşxaneyan. Bi vê yekê heta niha 2 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Tê destnîşankirin ku di bin avahiyê de 8 kes asê mane, di nav wan de 2 hevjîn û 2 zarokên wan hene.

(fr/c)