Dewleta Tirk bombe li çiyayê Metînayê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nêzî gundekî Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bombe li çiyayê Metînayê barand
27 hezîran, 2023   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  Rojnews, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna ya li nêzî gundê Guherzê ya ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.

Hate gotin, bombebaran kêlometreyek durî gundê Guherzê pêk hatiye, ji ber êrişê xelkê gund ên di nava baxçeyan de, tirsiyane. Her wiha hate diyarkirin ku ji ber bombebaranê agir bi puş ketiye û heya niha ziyanên êrişê nehatine zanîn.