​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-6-2023
26 hezîran 2023   23:00

Jinên di saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kar dikin, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê bi fikra jina azad azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Çilaxayê diyar kir ku li dijî êrişan, hêza gel di birêxistinbûna li gorî şerê gel ê şoreşgerî de ye û got "Şêniyan çawa bi berxwedana xwe çeteyên DAIŞ'ê têk birin dê xayîn û dagirkeran jî têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku hedefgirtina her du jinên pêşeng Yusra û Leyman, hedefgirtina şoreşa jinan e û anîn ziman ku ew ê rêya pêşengên xwe dewam bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ku 256 malbatên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatin herêmên Rêveberiya Xweser, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed destnîşan kir ku koçberiya ji wan herêman çêdibe, sûcên dagirkeran ên li dijî niştecihên wan herêman nîşan dide.

Ciwanan got îdiayên Rûsyayê û encamnameya Astanayê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cudabûnê tawanbar dikin, ne rast in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêmên hikumeta Şamê nikarin pêdiviyên cejnê bikirin, ji lew re tevgera li sûkan rawestiyaye. Her wiha buhayên cil û berg û goşt pir bilind in. Hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina buhayan destwerdanê nake.

Muslimanên cîhanê amadekariya pîrozkirina Cejna Qurbanê dikin ku tevgera sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi kirîna pêdiviyên cejnê geş bûne. Şênî jî hêviya rizgarkirina deverên dagirkirî û pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Cejna Qurbanê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanên şehîdan dikin ji bo ku mûm li ser gorên şehîdan pêxin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA