Şehîd Zîlan li Şamê hat bibîranîn

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê şehîd Zîlan di salvegera 27'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Zîlan li Şamê hat bibîranîn
26 hezîran 2023   18:15
ŞAM

Di destpêka civînê de endama Kongra Star a Şamê Kîfa Ezîz nameya şehîd Zîlan a ku berî çalakiya xwe fedayî nivîsîbû xwend.

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Berçem Yûsif şehîd Zîlan bi bîr anî û got: "Şehîd Zîlan bû pêşenga azadiyê di dîroka têkoşîna Kurdî de û çalakiya wê jî bû nimûne ji bo hemû jinên azadîxwaz."

Berçem Yûsif soza bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîd Zîlan heta pêkanîna azadiya jinan da.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Zîlan hat pêşandan û civîn bi siloganên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh/şx)