Jinên ji Efrîn û Şehbayê: Em ê têkoşîna Yusra û Leyman bidomînin

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku hedefgirtina her du jinên pêşeng Yusra û Leyman, hedefgirtina şoreşa jinan e û anîn ziman ku ew ê rêya pêşengên xwe dewam bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin.

Jinên ji Efrîn û Şehbayê: Em ê têkoşîna Yusra û Leyman bidomînin
27 hezîran, 2023   01:20
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Endamên Meclisa Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba têkildarî êrişa 20`ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker ji ajansa me re axivîn.

Di 20`ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo êrişa hewayî pêk anî. Di êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevsereokatiya meclisa kantonê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Hevserokê meclisa kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

/kr/uploads/files/2023/06/26/192242_rhan-alo.webp

Rîhan Alo wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne û got: “Bi van êrîşan naxwazin îradeya gel bi taybet jî ya jinan derkeve û xwe birêxistin bikin. Ji ber vê jî her tim êrîşan li dijî herêmê pêk tînin. Ji dîrokê de heya niha her tim Kurd bûne hedefa dewleta Tirk.”

Rîhan anî ziman ku ew ê li hember êrişan her tim ji berxwedanê re  amade ne. Her wiha daxwaz kir ku dawî li sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êdî bese ji kiryarên dewleta Tirk re. Dem dema azadiyê ye, dem dema ku em xwedî li hebûna xwe derkevin e."

/kr/uploads/files/2023/06/26/192211_emne-silmen.webp

Emîne Silêmen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker planên qirêj li dijî herêmên Bakur û Rohilata Sûriyayê saz dike û got: “Dewleta Tirk çi ji me dixwaze! Eger tiştek ku ji me dixwaze hebe bila bê û li hember me bixwaze. Bi balafirên xwe pêşengên me dike hedef, ev cihê şermê ye. Bila dewleta Tirk ji xwe şerm bike."

Emîne wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em aşiqên hezkirin, azadî û biratiyê ne. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk nikare projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku projeya me projeya biratiya gelan e.”

Leyla Îbiş jî bi bîr xist ku hedefgirtina her du pêşengên jin hedefgirtina şoreşa jin e û got: "Hedefgirtina her du jinên pêşeng, hedefgirtina vîna jinê ye. Em vê siyasetê şermezar dikin. Em ê bi têkoşîn û berxwedanê di rêya pêşengên xwe de bimeşin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin, em nahêlin ku dijmin bigihêje mirada xwe."  

(c)

ANHA