KCD: Ji bo çareserî û aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe

KCD’ê, bertek nîşan da ku çima 28 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: ‘’Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hêzên demokrasiyê, divê li dijî tecrîdê helwest nîşan bidin.’’

KCD: Ji bo çareserî û aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
26 hezîran 2023   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag, tev li bernameyeke televîzyonê bû û rexne kir ku çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Di axaftina xwe de Yanardag ji bo tecrîda li Îmraliyê got: “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin, di hiqûqê de nîn e. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên wî jî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” Ji ber van gotinan, di der heqê Yanardag de dest bi lêpirsînê hat kirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate destgîrkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘TIRKIYE ZAGONÊN XWE BINPÊ DIKE’

KCD’ê, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û wiha got: “Li gel serlêdanên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û rêxistinên mafên mirovan jî nêzî 28 meh in ji birêz Ocalan û her sê girtiyên ku li Girava Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nayê girtin. Tirkiye, bi pêkanîna tecrîdê, hem zagonên xwe hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ev pergala taybet a ku li dijî birêz Ocalan pêk tê, di heman demê de giringiya bandora birêz Ocalan a ji bo civakê nîşan dide.

JI BO ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Bandora birêz Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û rola wî ya girîng a di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve jî tê zanin. Desthilatdariya faşîst a ku li ser dijminatiya gelê Kurd siyaseta xwe ava dike, bi rêya tecrîdê dixwaze ku rê li ber hewildanên çareseriyê û aştiyê bigire. Lewma her ku diçe tecrîdê girantir dike. Mebesta desthilatdariya faşîst, ne tecrîda fîzîkî ye, mebest ew e ku nehêlin dengê birêz Ocalan bigihîje civakê. Di van demên dawî de rojnameger û rewşenbîrên ku vê rastiyê tînin ziman, bi lêpirsînan re rû bi rû dimînin. Ev jî wateya tecrîdê radixe ber çavan û ji bo ku rêya çareserî û aştiyê vebibe, divê deriyên îmraliyê bên vekirin.

BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR

Ji bo bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, heta îro 416 serlêdan hatine kirin lê bêbersiv mane. Bi hinceta cezayên disiplînê yên ku dûrê aqil e daxwazên ji bo hevdîtinan tên redkirin. Ev sûc, li ber çavên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY) û CPT’yê tên kirin lê dîsa jî yan vê rastiyê nabînin an jî di nîşandana bertekan de qels dimînin. Em KCD, bi vê mebestê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabibin helwesteke zelal û bibiryar nîşan bidin. Bandora tecrîdê ya di jiyana siyasî, aborî û civakî de berbiçav e. Ev yek jî rê li ber êrîşan vedike û hem Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî Rojhilata Navîn ber bi aloziyê ve dibe. Ji ber vê yekê divê gelên me, partiyên siyasî, saziyên sivîl û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin û helwesta xwe diyar bikin.”