Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê

Bi hezaran xelkê herêma Cizîrê yên beşdarî merasîma şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma bûne, diyar kirin ku ew ê li hember dewleta Tirk a dagirker û nokeran têkoşînê mezin bikin.

Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
Merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê
22 hezîran, 2023   12:56
QAMIŞLO

Ji bo Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş, endamê meclisê Firat Tûma ku 20`ê Hezîranê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Merasîma ku li qada navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li navçeya Amûdê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin. Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên sivîl, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Îlham Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî axivî û diyar kir ku feraseta qirkirinê ya li dijî gelên berxwedêr, jinên pêşeng berdewam e, lewma divê li hember wê ferasetê têkoşîn were mezinkirin.

Cîhan behsa şehîdên komkujiyê kir û got: “Şehîd Leyman mînaka jina Kurd a azad û têkoşer bû. Bi edaletê û felsefeya neteweya demokratîk bawer kir û heta kêliya dawîn li ber xwe da. Şehîd Yusra jî her tim ji bo gihandina nifşekî têgihîştî têkoşiya. Şehîd Firat jî ruhê nîştimanî yê Suryanan nîşan da.”

 CÎhan, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişan jî rexne kir û anî ziman ku gelê herêmê dê heta bidestxistina serkeftinê xwedî li felsefeya neteweya demokratîk derkeve.

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatima Tahir jî bal kişand ser dîroka têkoşînê ya malbatên her sê şehîdan.

Hevseroka Desteya PErwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîre Hec Elî jî destnîşan kir ku ew bi şehadeta hevrêyên xwe xemgîn in, lê belê helwesta bi hêz a gel a li hember dagirkeriyê wan li ser lingan dihêle.

Semîre anî ziman ku dê bi hezaran jin alaya şehîd Leyman bilind bikin û rahijin pênûsa şehîd Yusra û got: “Bi îradeya jina azad û hevgirtina gelam em ê serkeftin û azadiyê bi dest bixin.”

Di merasîmê de ji bo her sê şehîdan helbest hatin xwendin.

Merasîma sersaxiyê bi bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina şoreş û têkoşîna jinan bi dawî bû.

(c)

ANHA