Li Holê meşa li dijî êrişan

Şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyan dê serkeftin pêk were û êriş bên têkbirin.

Li Holê meşa li dijî êrişan
Li Holê meşa li dijî êrişan
Li Holê meşa li dijî êrişan
Li Holê meşa li dijî êrişan
Li Holê meşa li dijî êrişan
Li Holê meşa li dijî êrişan
22 hezîran, 2023   12:33
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Holê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Hezîranê de kiriye, meşek li dar xist. Di komkujiyê de hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûbûn.

Piştî meşê li têketina navçeyê mîtîngek li dar ket. Hevseroka Meclisa Holê Cûdî Azad di mîtîngê de axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Cûdî anî ziman ku êrişa dawîn a dewleta dagirker hemwextî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê pêk hatiye.

Cûdî diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyên herêmê dê serkeftin pêk were û êrişên dagirkeriyê bên têkbirin.

Mîtîng bi sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(c)

ANHA