1`emîn Pêşangeha Pîşeyî ya Berhemên Destan û Hunera Jinan li Minbicê

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya 1`emîn Pêşangeha Pîşeyî ya karên destan û hunera jinan li Minbicê li dar xist. Berhemên di pêşangehê de yên tevahî jinên Minbicê ne.

22 hezîran, 2023   14:01
MINBIC

Ji bo pêşangehê konek li qada Saa hate vedan. Di pêşangehê de ku 70 jinên ereb, kurd, çerkes û tirkmen tev lê bûye, komeke tabloyên girêdayî xweza, berhemdariya jinan, berhemên kultura herêmê hatin pêşandan.

Berpirsên pêşangehê, armanc dikin ku reklamê ji berhemên jinan re çêkin û wan teşwîq bikin ku xwe bispêrên xwe û sûdê ji behreyên hev du bigirin û pê debara xwe bikin.

Şêniyên Minbicê, endamên Kombûna Jinan a Zenbûya, nûnerên partiyan, xet û meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li vekirina pêşangehê bûn. Pêşangeh ji aliyê hevjîna şehîd Ebdulwehab El Hec Hemîdî ve hat vekirin ku di 18`ê Gulanê de di êrişa balafireke bêmirov a biçek de dema hewl dida birîndaran xilas bike, şehîd bûbû.

Têkildarî pêşangehê, endama Komîteya Amadekar a Pêşangehê Şehrîvan Cawîş balkişand ser girîngiya lidarxistina mîna van pêşangehan û got: “Ji pêşxistina behre û tecrubeyên jinan, ji bo ku bikarin xwe di aliyê malî de pêş bixin ev pêşangeh gelek girîng e. Lê gelek şênî di piştgiriya van pîşe û huneran de dudilî ne.”

Li gorî Şehrîvan pêşangeh dê heta 19:00`an bidome.

(şx)

ANHA