`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`

Hilberîna xwecih a sebzeyan, roleke mezin di erzankirina berheman de dilîze û rêgeza xwetêrkirinê peyda dike.

`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
`Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyên baş in û me rêgeza xwetêrkirinê jê peyda kir`
20 hezîran 2023   03:20
REQA-QAMIŞLO-EHMED EL ESAF-AMIR EL EZAWÎ

Ji avhewaya herêmê ya gucew û axa baş, hêsanên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşkêş dike, çandina sebzeyên havînê yek ji mewsimên herî girîng li herêmê ye.

Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li gundewarên Reqayê salane zêdetirî 100 hiktar tên çandin.

Her wiha li herêmê gelek sebez mîna bacanê sor, xiyar, kartol (petat), bacanê reş, îsot, fesolî, qawîn û zebeş tên çandin.

Berhemên van çandinan, di nav sûkên xwecih de tên frotin, ev jî frotinê erzan dike.

`LI GORÎ LÊÇÛNÊ HILBERÎN GELEK BAŞ E ME RÊGEZA XWETÊRKIRINÊ PÊK ANÎ`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/19/182953_-.jpg

Cotkarê bi navê Cuma El Elî yê ji herêma El Kesra ya başûrê Reqayê, ji 25 salan ve di çandiniyê de kar dike. Îsa 30 donim bi sebzeyan çand. El Elî destnîşan kir ku hilberîn, li gorî lêçûnê gelek baş e.

Her wiha diyar kir ku di hin cureyên sebzeyan de, rêgeza xwetêrkirinê peyda kirine û wiha da zanîn: “Sebzeyên xwecih, di nava sûkên Reqayê de zaif in. Beşeke mezin jî derbarî deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/19/182915_.jpg

Cotkarê bi navê Munîr Mexlaf ê ji gundê Simêhan ê rojavayê navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo, bi bîr xist ku daketina nirxê lîreyê sûriyeyî bandor li karê wan kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em pêdiviyên çandiniyê bi dolarê dikirin, lê hilberîn bi lîreyê sûriyeyî tê frotin.”

ÇANDINA SEBZEYAN DI HINGARAN DE GELEK BAL KIŞANDIYE

Cotkarên herêmê di çend salên dawîn de, girîngî dane çandina sebzeyan di hingaran de. Ji ber ku rêya yekane ye ku hilberînan zû bi dest bixin û bi bihayên guncew li gorî lêçûnê tên frotin.

Cuma El Elî îşaret pê kir ku ev islûba çandiniyê, pêwîstiya wê bi amûrên wekî şîşên hesin, naylon, boriyên dilop-dilopê û dînamo heye ji bo ku avê bikişîne nav zeviyan. Tevî wê jî, El Elî eşkere kir ku hilberîn baş e û sûdê li herêmê dike.

BIHA Û KALÎTEYÊN BAŞ

Hilberîna xwecih, dema derbasî nav sûkan hişt ku sebze erzan bibin. Mînak li Reqayê kîloya bacanê sor bi hezar û 500 lîre ye ku berê bi 5 hezar lîre bû. Li gorî El Elî, kalîteya hilberînên li herêmê ji yên ji derve tên, baştir e.

Cotkar Munîr Mexlaf jî diyar kir ku çandina sebzeyan li herêmê derfetên kar ji gelek kesan re peyda kirin.

Mexlaf îsal 20 donim zevî bi bacanê sor, xiyar, kartol, pîvaz, bacanê reş, îsot, fesolî û qawîn çandin.

PIŞTGIRÎ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/19/182938_-_1.jpg

Rêveberiya Xweser bi rêya nivîsgeh û komîteyên çandiniyê destekê dide cotkaran. Li gorî hevserokê Nivîsgeha Rêveberî ya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Reqayê endezyar Mihemed El Receb; “Nivîsgeha Sotemeniyê ya Komîteya Çandinê li gorî plansaziya çandiniyê, mazot bi 410 lîreyan dide cotkaran. Ji bo her donimekê ku di nav torên avdanê de ye 36 lître û her donimekê li derveyî wê toreyê, 48 lître mazot dide. Her wiha semad li cotkaran belav dike û perspektîfan dide wan.”

Her wiha Komîteya Çandiniyê bi rêya hin rêxistinên li herêmê kar dikin, piştgiriya projeyên çandiniyê dike û destekê ji wan re pêşkêş dike, ji wan re torên avdana dilop-dilop, semad û tov, heta hingar jî peyda dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/618ITH7iw8o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>