ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-6-2023
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-6-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202306/190922_.jpg)
Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê daxwaz kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ`ê bên birîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Gerîlayên fedaî ne, fermandarên bedew in û rojnamevanên balkêş in. Keçên welatê agir û rojê ne. Ji welatê lehengan in, nasnameyên wan cuda ne lê yek doz û yek armanc wan tîne gel hev. Dostên çiyayên bilind in, dostên çem û kaniyan in. Di dem û kêliyên zehmet de rêber û pêşeng in. (BI WÊNE)
Serokê Platforma Kurd-Almanya Yûnis Behrem diyar kir ku civînên Astanayê berdewama civînên dîrokî yên li dijî Kurdan û tevahî gelên herêmê ne. Behrem banga yekitiyê li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir. (BI WÊNE)
Nûr Mihemed ciwaneke Kurd a ji Efrînê ye û piştî dagirkirina bajarê xwe koçî Helebê kiriye. Ev 7 sal e li tembûrê dide, hem jî hezkiriyên vê amûrê perwerde dike û hewl dide çanda tembûrê belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Komeke hiqûqnasên li cîhanê amadekariyan dikin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bixin rojeva, civîna 53`yemîn a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan a NY`yê.(BI WÊNE)
Hilberîna xwecih a sebzeyan, roleke mezin di erzankirina berheman de dilîze û rêgeza xwetêrkirinê peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên Qamişloyê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Kongra Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
4`emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dika şehîd Musena Ebdulkerîm a li Tebqayê dest pê dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê bi dirûşma “Zirarên narkotîkê li ser civakê” panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA