Parlamenterê PA’yê: Divê Ewropa li dijî desthilata Erdogan gavan biavêje

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen diyar kir ku Tifaqa Cumhurê ya bi serkêşiya AKP’ê ya li Tirkiyeyê, dê zirarê bide her kesî û bang li Ewropayê kir ku dev ji destekkirina Erdogan berde.

Parlamenterê PA’yê: Divê Ewropa li dijî desthilata Erdogan gavan biavêje
17 hezîran, 2023   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Nikolaj Villumsen got Tirkiye di pêvajoyeke pir tarî de ye û destnîşan kir ku Erdogan li dijî şoreşa demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi îslamîstên tundraw re tev digere û ev yek dê zirarê bide her kesî.

Cîgirê serokê Koma Çep a li Parlamentoya Ewropayê (PA) Nikolaj Villumsen li ser polîtîka û pêvajoya piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê, ji ANHA'yê re axivî.

Parlamenterê danîmarkayî Nikolaj Villumsen ji bo hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got: “Qadeke adilane tune bû ku hilbijartinên demokratîk lê bên kirin.”

Villumsen diyar kir ku tevî zordariya mezin a beriya hilbijartinê jî ev encaman ew heyirî kirine û got: “Di dema pêş hilbijartinê de hikumetê parlamenterên muxalîf ên pêşeng girtin, medyaya muxalîf girt û azadiya ramanê binpê kir. Tevî vê zexta mezin jî, encam suprîz bûn. Ev rewş cesareta gelên Tirkiyeyê nîşan dide. Li herêmên Kurdan piştgiriya mezin a ji bo namzetê muxalefetê yê serokkomariyê û Partiya Çepên Kesk (YSP) jî ya herî girîng bû.”

'DESTHILATA ERDOGAN JI BO HER KESÎ XETERE YE'

Villumsen xuya kir ku ji nû ve hilbijartina Erdogan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê xetereyeke mezin e û got: "Ev yek tê wê wateyê ku zilma li ser sendîkavan, femînîst û hindikahiyan dewam dike. Diyar e ku tekane armanca Erdogan ew e ku xwe û kesên herî nêzî xwe bi mayîna li ser desthilatê dewlemend bike. Ji bo ku vê yekê bike, dê tedbîrên tund bigire. Ev yek dê hem zirarê bide Kurdan hem jî Tirkiyeyê.”

'PLANÊN NÛ YÊN ÊRIŞÊ DÊ BI KÊRÎ VEJANDINA DAIŞ'Ê BÊN'

Nikolaj Villumsen diyar kir ku planên nû yên dagirkeriyê yên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji bo her kesî xetere bin û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê bi dagirkirina hin herêmên li Sûriyeyê re bi awayekî aşkera hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Em dibînin ku Erdogan bi destê xwe bi îslamîstên tundraw re dixebite da ku şerê şoreşa alîgirê demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ev metirsiya vejandina DAIŞ'ê ye ku ne tenê ziyanê bide gelê herêmê, her wiha ziyanê bide me hemûyan."

Villumsen diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê dest ji destekkirina hikumeta Erdogan berde û got: "Kes nikare îdîa bike ku ew rûyê rast ê Erdogan nas nake. Zilmê li gelê xwe dike, qanûnên navneteweyî binpê dike û cezayên navneteweyî yên li ser Pûtîn hatine ferzkirin, binpê dibe. Divê ev encamên zelal bi xwe re bîne. Divê Ewropa gavan biavêje û dest ji piştgiriya Erdogan berde."

'TIRKIYEYÊ LI HEMBER TARÎTIYÊ HEWCEDARÎ BI PIŞTGIRIYÊ HEYE'

Nikolaj Villumsen destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoyeke gelekî tarî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Muxalefeta demokratîk a wêrek dê di salên pêş de neçar bimîne demên zehmet derbas bike. Di têkoşîna xwe ya edalet, demokrasî û aştiyê de pêwîstî bi hevgirtineke tam heye."

ANHA