Guhertinên herêmî û navneteweyî dê çawa bandorê li civîna çaralî bikin?

21'ê vê Hezîranê dê rayedarên dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran û Şamê li Astanayê dicivîn. Ev civîn li gel guhertinên ku di qada navneteweyî de rû didin wekî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban, serketina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, dîsa jî nexşerêya normalîzekirinê ku Rûsyayê ragihandiye, tê lidarxistin.

Guhertinên herêmî û navneteweyî dê çawa bandorê li civîna çaralî bikin?
18 hezîran, 2023   03:27
QAMIŞLO- MISTEFA ELO

21'ê vê Hezîranê, cîgirên wezîrên karên derve yên dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran û hikumeta Şamê li bajarê Astana Kazaxistanê dicivin. Ev civîn di çarçoveya hewldanên Rûsyayê yên demdirêj ên bi armanca normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê d tê lidarxistin.

Hewldanên normalîzekirinê bi hevdîtinên li ser asta saziyên îstîxbaratê  yên Şam û Enqereyê dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de serokê îstîxbaratê yê hikumeta Şamê Elî Memlûk û hempêşeyê wî yê Tirk (Wezîrê niha yê karên derve) Hakan Fîdan hevdîtin pêk anîn. Têkiliyên li ser asta ewlehiyê yên Şam û Enqereyê di destpêka sala 2011'an de jî qut nebûn. Ev têkilî rê li ber hevdîtinên li ser asta wezîran jî vekir.

Piştî hevdîtinên li ser asta îstîxbaratan, wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyeyê Mevwlûd Çawûşoglu di 11'ê Tebaxa 2022'yan de ragihandibû ku wî di navbera civîna tevgera bêalî ya ku Cotmeha borî li paytexta Sirbîstan Belgradê pêk hatibû re axaftineke kurt bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re kir. Piştî van daxuyaniyan, helwest û daxuyaniyên rayedarên Tirk derketin.

Hevdîtinên her du aliyan di 28' Kanûna 2022'yan de bi awayekî fermî eşkere bûn.  Di vê çarçoveyê de wezîrên parastinê û serokên saziyên îstîxbaratê yên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Rûsyayê li paytexta Rûsya Moskovê civiyan.

Îran ku beşdarî vê civînê nebûbû nerazîbûn nîşan da, piştî wê Rûsya û dewleta Tirk ragihand ku dê Îran jî beşdarî civînê bibe. Bi vê yekê civîna sêalî vegerî ya çaralî.

Gelek caran civîna çaralî bi hincetên cuda hat paşxistin û di 10'ê Gulana borî de wezîrên karên derve yên her çar dewletan hatin gel hev.

li gel guhertinên û veguhertinên ku rû dan tê payîn ku cîgirên wezîrên karên derve yên her çar dewletan di 21'ê vê Hezîranê de kom bibin.

Şertê bingehîn ên hikumeta Şamê yê normalîzekirina têkiliyan bi dewleta Tirk a dagirker re ew e ku hêzên dewleta Tirk ji herêmên Sûriyeyê yên ku dagir kirine derkeve û desteka bi komên çeteyan re rawestîne. Lê ev şert ji aliyê dewleta Tirk ve hatin redkirin. Şertê dewleta Tirk ew e ku Şam beşdarî hewldanên wê yên têkbirina projeya demorkatîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.

Helwesta hikumeta Şamê ya der barê dan û standinên li gel Enqereyê de ji helwesta wê ya destpêkê gelekî hat guhertin û vegerandina wê ya li Komkara Ereban ji Şamê re wekî xaleke hêzê ye. Diyar e ku Komara Ereban bi vegerandina Sûriyeyê dixwaze Sûriye ji bandora Îran û dewleta Tirk dûr bixe.

Di aliyê navneteweyî de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê bi israr vegerandina têkiliyên bi hikumeta Şamê re red dike. Lê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî biryara 2254'an tu gavên ber bi çav jî neavêtiye.

Helwesta Yekitiya Ewropayê ji helwesta DYA'yê ne cuda ye. Helwesta Yekitiya Ewropayê ev e; eger rejîma Şamê bi awayekî çalak beşdarî çareseriya siyasî nebe hingî ew her gaveke ji bo normalîzekirinê, jinûve avakirinê û rakirna cezayan li ser Sûriyeyê red dike.

Rûsya bi şerê xwe yê li dijî NATO'yê li ser xaka Ukranyayê ve mijul e û bi hêzên Amerîkayê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava provokasyonan de ye. Amerîkayê hêzeke din a leşkerî şand herêmê û tê gotin ku dê balafirên şer ên F22-Raptor jî bi cih bike.

Li gel van guhertin û veguhertinan, Rûsya beriya çend rojan nexşereya normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê ragihand. Pirsa ku xwe dide der, gelo li gel nakokiyên di navbera Şem û Enqereyê de dê binpêkirin di rêveçûna normalîzekirinê de pêk werin?

(bb)

ANHA