​​​​​​​Serokatiya Lubnanê girêdayî çareseriyên dewletên din e

Parlamentoya Lubnanê careke din di hilbijartina serokekî de bi bin ket, wê jî derî li pêş destwerdanên derve vekir. Her wiha aliyan tevahî derfetên çareseriyê û lihevkirina li ser serokekî ji dest dan.

​​​​​​​Serokatiya Lubnanê girêdayî çareseriyên dewletên din e
18 hezîran, 2023   02:06
NAVENDA NÛÇEYAN - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Şîrovekaran da zanîn ku tiştê di rûniştina dawîn a parlamentoya Lubnanê de çêbûye, gelek hevkêşe guhartine. Rêya Beîbeda di navbera Azûr û Firenciyê de girtî ye. Ev jî tê wateya vebijêrka sêyemîn dê bibe bingeha çareseriyeke nû. Fransa û Erebistana Siûdî li ser nabeynkariyeke ji bo hilbijartina serokekî xebatê dikin. Ev jî tê wê wateyê ku dosya derkeve derve.

Fransayê têkildarî civîna di navbera serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman de ragihand ku her du serokan bi bîr xist ku divê sînorekî lez ji valahiya siyasî ya Lubnanê re were danîn.

/kr/uploads/files/2023/06/17/194404_28998fd1-0757-48a4-aaef-98a3efaa2f9b.webp

Rojnamegera lubnanî Monalîza Ferîhe li ser mijarê got valahiya serokatiyê welat hilweşand û wêran kir, her wiha mafên taloqkirinê heta piştî 7 mehan ji valahiyê pêk nayê û yê herî zirarê ji vê yekê dibîne jî gelê Lubnanê ye.

Monalîza Ferîhe anî ziman piştî Parîs di însiyatîfa xwe ya li ser bazirganiya hilbijartina Firenciyê ji bo serokkomarê li hember erkdarkirina diplomat Newaf Selam ji bo serokê hikumetê bi bin ket, derbeyeke manewî lê ket. Li kêleka wê jî dê barên wezaretê, banka navendî û navendên di saziyên dewletê de bihatana bi rêk û pêk kirin.

Monalîza diyar kir ku vê hevkêşeyên hêzên siyasî yên dijberî Firenciyê bi hêrs kirin bi taybet hêzên xiristiyan. Ji bo wê jî wek bersivdana li ser helwesta Fransa a piştgiriyê dide Firenciyê desteka Azûr kir.

Rojnameger Monalîza destnîşan kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan di serdana xwe ya dawî a Lubnanê de hewl da atmosfêra girêdayî dosyaya serokatiyê û civîna Parîsê keşf bike û hişyariyê li ser rola Îranê ya li Lubnanê bide da ku ew alîkariya wê dike. Bi vê yekê Îranê dixwaze di her civîneke girêdayî Lubnanê û hilbijartina serokkomarekî de bibe şirîk. Ji ber Îranê texmîn dike ku Erebistana Siûdî dosyaya Lubnanê bi rewşa Yemenê ve girê dide.

Li gorî axaftina Monalîza, şîrovekar û berdevkên partiyên Lubnanê, Lubnan careke din derbasî xeleka girêdana dosyayên herêmê bûye û axaftina li ser mijara serokatiyê di vê demê de dûr e, heta çareseriyeke mezin ku hîna nîşaneyên wê nehatine eşkerekirin, çêbe.

Şandeya serokatiyê Jean-Yves Le Drian destpêka hefteya bê digihîne Beyrûtê da ku dest bi erka xwe ya dawî ya ji bo wê hatiye erkdarkirin bike. Serdana wî piştî hevdîtina Macron û Mihemed Bin Selman pêk tê ku dosyaya Lubnanê nîqaş kir. Bi wê re Riyad û Parîs di koma hevdîtina 5′an a der barê Lubnanê de li kêlek Washington, Qahîre û Dewhayê, endam in.

Di Sibatê de alî li Parîsê civiyan û tu encam bi dest nexistin. Ji ber ku Erebistana Siûdî însiyatîfa Fransayê ya hilbijartina Firenciyê ji bo serokkomariyê û Newaf Selam ji bo serokatiya hikumetê red kir. Lê belê ji dema civînê, gelek pêşdeçûn çêbûn. Bi wê re Riyad ji helwesta neyînî derbasî yekaliya erênî bû û ragihand ku tu namzetî red nake.

(fr)

ANHA