`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ciwan Oso li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
`Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin`
17 hezîran, 2023   16:35
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajêr û gundên derdorê, tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Ciwan Oso (Bahoz) bûn ku di 14`ê Hezîranê de d êrişa dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê li dar ket. Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê wê Rojda Ehmed axivî û got: “Em malbatên şehîdan, ji balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker natirsin ku xelkê me dike hedef. Dê li hember wan êrişan bi hemû derfetên xwe li ber xwe bidin.”

/ar/uploads/files/2023/06/17/160453_hsyn-slmw.webp

Her wiha yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û got: “Em bejna xwe li ber mezinahiya şehîdan ditewînin ku di oxira peydakirina ewlehiyê li herêmê, canê xwe feda kir.”

Selmo diyar kir ku şehîd Bahoz di tevahî şerên li herêmê yên dijî çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk de cih girt û wiha berdewam kir: “Şehîd Bahoz ne şehîdê yekemîn ê malbatê ye lê belê malbata wî yek ji malbatên welatparêz ên herêmê ye.”

Apê şehîd Bahoz Mehcûb Oso jî axivî û got: “Kesek nikare vîna me bişikîne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin û hêviyên şehîdan bînin cih.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Hêvîn Sîno wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehdî di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA