`Divê kujerên Înasê bên eşkerekirin û werin darizandin`

Kongra Star a herêma Başûr a Hesekê sûcê qetilkirina zaroka bi navê Înas Elî El Casim li gundewarê Dirbêsiyê şermezar kir û banga eşkerekirina kujeran û darizandina wan di dadgeheke eşkere û zelal de kir.

`Divê kujerên Înasê bên eşkerekirin û werin darizandin`
17 hezîran, 2023   16:20
 HESEKÊ

Beriya çend rojan cenazeyê zaroka bi navê Înas El Casim li gundê Emroyaş ê navçeya Dirbêsiyê kuştî hat dîtin. 10`ê Hezîranê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê kujerê Înas girtiye.

Li hember vê sûcê, bertek ji aliyê gelê herêmê ve derketin pêş.

Kongra Star a herêma Başûr a kantona Hesekê têkildarî mijarê daxuyanî da û banga darizandina kujeran di dadgeheke eşkere û zelal de kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star Emîre El Sed daxuyanî li pêşiya qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Şedadê xwend. Endamên kongrayê yên navçeyên Şedad, Erîşe, Mergede û Til El Şayir tev li çalakiyê bûn.

Kongrayê di daxuyaniya xwe de sûcên kuştinê û tundiya li dijî jinan û zarokan şermezar kir û diyar kir ku kuştina Înas li dijî mirovahiyê ye.

Her wiha kongrayê, bang li aliyên têkildarî mafên zarokan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, mîna van kiryarên şermûk, rawestînin û hesab ji sûcdaran biparêzin. Kujeran eşkere bikin û wan di dadgehên eşkere û zelal de darizînin.

(şx)

ANHA