Wezîşvan û xwendekarên herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan werzîşvan û xwendekarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyeke protestoyî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê li dar xist.

Wezîşvan û xwendekarên herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
17 hezîran, 2023   16:46
QAMIŞLO

Çalakî bi dirûşma “Em destûr nadin ku êrişên dagirkeriya Tirk me ji xwendin, werzîş, çand û huner bê par bike” ji aliyê werzîşvan û xwendekarên herêma Cizîrê ve li pêşiya avahiya NY`yê ya li kolana Siyasî ya Qamişlo hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/06/17/162623_4.webp

Di çalakiyê de, werzîşvanên beşdar bi pêşandana çalakiyên werzîşî, hunermend û xwendekarên beşdar bi xêzkirina tabloyan û lêdana amûrên mûzîkê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

(şx)

ANHA