Xelkê Girê Spî ya dagirkirî banga jihevxistina meclisa herêmî kir

Şêniyên bajarokê Silûkê yê dagirkirî, ji ber paşketina rewşa jiyanî û gendeliya berbelav, derketin kolanê û kontrola çeteyan a li ser nan, mazot û dizîna hilberînên wan, şermezar kir.

Xelkê Girê Spî ya dagirkirî banga jihevxistina meclisa herêmî kir
17 hezîran, 2023   13:48
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih li bajarokê Silûkê yê rojhilatê kantona Girê Spî ragihand ku bi sedan şêniyên bajarokê derketin xwepêşandanê û kontrola çeteyan a li ser nan, mazot û dizîna hilbijarînan, şermezar kirin.

Li gorî heman çavkanî, xelkê bajaorkê li hember kiryarên çeteyan û meclisa herêmî bi hêrs in ku jêderên quta jiyana wan kontrol dikin û didizin.

Her wiha çavkanî, da zanîn ku xwepêşandêran banga peydakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û bidawîkirina kontrola çeteyan li ser kirin. Her wiha banga jihevxistina meclisa xwecih kir ku bi jêdera gendeliyê wesifand.

Di 14`ê mehê de jî şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî jî ji bo heman sedemî derketin, lê heta niha daxwazên wan nehatin cih.

(şx)

ANHA