​​​​​​​Encamnameya Komxebata li Silêmaniyê hat eşkerekirin

Komxebata 100 Salî ya Lozanê bi encamnameyekê dawî  bû, di encamnameyê de hate gotin; “Dîplomasiyeke Kurdî û neteweyî ya li derve û stratejiyeke hevpar hebe ku kar li ser bê kirin. Divê serweriya herêma Kurdistanê, Rojava û parçeyên din bê parastin. Bi taybet divê Rojavayê Kurdistanê bê parastin.''

​​​​​​​Encamnameya Komxebata li Silêmaniyê hat eşkerekirin
17 hezîran, 2023   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebata bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Başûr (KNK) bi dirûşma ‘Di 100 Saliya Lozanê de, Kurd bi hev re jiyanê li Rojhilata Navîn dike çareserî’ li Hola Mûzexaneya Emnesûreke ya Silêmanî bi tevlîbûna dehan siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên naskirî, nûnerên partî û hîzbên Başûr hatibû lidarxistin, bi encamnemeyekê dawî bû.

Piştî panela duyemîn encamname ji aliyê endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn ve hate xwendin.

Emîn li ser navê Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê di serî de spasiya hemû beşdaran û xebatkarên çapemeniyê da ku di komxebatê de amade bûne.

Piştre jî reşnivîsa encamnameya komxebatê ku hatibû amadekirin ku wê di civîna KNK’ê ya di sedsaliya Lozanê de li Parlementoya Ewropayê bê kirin, pêşkêş kir.

Xalên derketin pêş wiha bûn:

 “Yekbûna navxweyî, danîna stratejiyek hevpar a neteweyî.

Pêwîstiya me tevan bi mijarên ku têkilî bi mafê mirov û demokrasî û bi hev re jiyan re heye.

Peywendî kurdî û dîplomasiyeke Kurdî û neteweyî ya li derve û stratejiyeke hevpar heye ku kar li ser bike.

Divê serweriya herêma Kurdistanê, Rojava û parçeyên din bê parastin. Bi taybet divê Rojavayê Kurdistanê bê parastin.

Divê em ji derve lobiyek û karên hevpar ava bikin li gel ew hemû gelên din ên ku ji paymana Lozanê mexdûr bûne.

Divê em kar li ser wê hişmendiya ku înkara gelê Kurd dike ku hêzên serdest xistine nava bername û planên xwe û kar li ser vê dikin, bikin û vegerînin bi hev re jiyan.

Bi ti awayî destwerdanê li kar  û barên parçeyên din nekin, rêz ji biryarên wê re bigire.

Em çawa bikarin bibin beşek ji qutubên cîhanî yên hêzên serdest Amerîka û Çîn çi di warê aborî, leşkerî, çandî û siyasî de.

Çareserkirina doza Kurd a bi rêya aştiyê li çar parçeyên Kurdistanê."