Wezîrê karên derve yê Erebistana  Siûdî li Tehranê ye

Hate ragihandin ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî gihaşt Tehranê.

Wezîrê karên derve yê Erebistana  Siûdî li Tehranê ye
17 hezîran, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Telefizyona fermî ya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan di çarçoveya normalîzekirinê de, gihaşt Tehranê.

Hin dazgehîn çapemeniyê yên Îranê pêşncşemê ragihandin ku Bin Ferhan ji bo xurtkirina lihevhatinê di navbera Tehran û Riyadê de dê serdana Tehranê bike.

Berdevkê hikumeta Îranê Alî Behadrî Cehremî destnîşan kir ku wezîrê siûdî dê tedbîran bigire ji bo ku balyozxaneya Siûdiyê li Tehranê vebe.

Ajansa Tasnim a Îranê da zanîn ku wezîrê siûdî gotiye: “Dê bi rayedarên peyabilind ên îranî re li Tehranê bicive.”

Bi navbeynkariya Çînê di Adarê de Erebistana Siûdî û Îranê li hev kirin ku nakokiyên dîplomatîk bi dawî bikin û piştî dijminatiya gelek salan dê dîsa dest bi têiliyan bikin.

(şx)