′Em ê bi hêzên xwe re li hember êrişan hevgirtî bin′

Xelkê Minbic û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî meşeke girseyî li dar xist û got "Em ê li hember êrişan bibin mertal û planên dijmin û êrişên wê têk bibin.”

17 hezîran, 2023   13:06
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê meşeke girseyî li dar xist. Tê de endamên rêveberiyê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, rêxistina sivîl û xelkê herêmê beşdar bûn. Şêniyan pankartên "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Na ji qetilkirina zarokan re" û "Birînên derman bike welato tu kes naaxive" hildan.

Meşê ji Çerxerêya Mîzan heta bi kolana Wadî dewam kir.

Li wir meş veguherî mîtîngê û hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û wiha got: "Welato birînên xwe komî ser hev bike tu kes nabihîse, naaxive û nabîne. Ev rewşa me ya li pêşberî civaka navneteweyî û cîhanê ye. Her kes êrişên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibîne. Ji bilî welatiyan tu kes ji vî welatî re tune ye ku biparêze."

Şêxo di dawiyê de got: "Em pişta xwe nadin tu kesî, tenê pişta xwe didin hevgirtina xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re ku parastina xak û gel hilgirtine."

Ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya MInbicê Amara Îbrahîm jî axivî û got: "Hîna dewleta Tirk a dagirker êrişî Minbic, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, lê em bi nirx û armancên xwe ve girêdayî ne."

Amara bang li dewlet û rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û dawî li van êrişan bînin.

Amara di dawiyê de got: "Em ê li hember her êrişekê bibin mertal û em ê parastina şêniyên xwe bikin, planên dijmin û êrişên wê têk bibin, da ku li herêmê edalet û aştiyê pêk bînin."

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebod wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê hewl dide xaka me dagir bike, lê belê hewl dide nirx, exlaqê civakê têk bibin, fikir, rûmet û demokrasiya ku nûnertiya şoreşa biratiya gelan dike, bi dawî bike."

Ezab wiha domand: "Careke din xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temenê peymanên navneteweyî û herêmê yên erzan didin ku derî li pêş balafirên dewleta Tirk a dagirker vekirin. Da ku sûcên hovane li dijî jin, zarok, nexweşxane û kadroyên tibî pêk bînin."

Ezab wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi serbilindî li kêlek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  disekinin ku me diparêze û ewlehiyê li vê xaka pîroz pêk tînin."

(fr)

ANHA