ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2023
16 hezîran, 2023   23:00

- Xelkê kantona Hesekê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku serî hildin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xelkê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya topbaran û bombebaranên xwe yên rojane li ser herêmê şêniyan bide koçberkirin û got “balafirên dijmin me natirsînin” û dê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di yekemîn salvegera şehadeta Ferhad Dêrik de li akademiya ku li ser navê wî hatiye vekirin, şagirtên belavkirina fikra azadiyê û parastina nirxan tên gihandin. Li aliyê din hesab ji berpirsyaran nehat pirsîn, êrîşên dagirker û nokeran dom kirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Karê destpêkê yê hikumeta piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê hate avakirin, ew bû ku dijminatiya Kurdan êrişkartir bike û bidomîne. Di hefteya dawîn de di êrişên li ser sînor de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û ew qas kes jî birîndar bûn. Huseyîn Arasan li navenda bajarê Silêmaniyê hate înfazkirin. Li ser Heleb, Ehdas, Şehba, Minbic û Qamişloyê êrişên bi dronan çêbûn. Mexmûr û Şengal jî bûn hedefa êrişan. Ev hemû êrişên li ser Kurdan polîtîkaya sereke ya rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst nîşan didin.

- “Em îro careke din di qonaxeke kirîtîk re derbas dibin. Pêwîste her Kurdek bigihîje hişmendiya pêvajoyê û tevlî vî şerî bibe. Em jibîr nekin belkî di dîrokê de em tekane şansê xwe dijîn. Eger vî şansê xwe baş bikar neyînin, emê amûrê destê herkese. Wê demê pêwîste em hemû di bin meşaleya ku Rêber Apo digire de kom bibin.” (BI WÊNE).

- Pisporê kar û barên Tirkiyeyê profesor Usama El Seîd anî ziman ku kabîneya nû ya Erdogan ne polîtîk e û got, Erdogan bi vê kabîneyê dixwaze nameyên dilxweşiyê bide civaka Tirkiye û cîhanê. Her wiha anî ziman ku ev kabîne nîşan dide ku Erdogan bi binkeftina xwe îtîraf kiriye. (BI WÊNE).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê ji bo gerîlaya YJA Starê Dilsoz Hebîb (Axîn Amûdê) merasîmekê li gundê Sinceq Sadûn li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan du civîn; yek li hola Reşo û ya din li hola Serdemê yên bajarê Hesekê tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê meşek li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişloyê şervanê YPG'ê Ciwan Oso yê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Şorik ê Qamişloyê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişloyê Zozan Omer û Mihemed Gabar ên ku di êrişa hewayî ya li gundê Şorik de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA