​​​​​​​′Dixwazin bi girankirina tecrîdê gel ji ramanên Rêbertî dûr bixin’

Xelkê kantona Hesekê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku serî hildin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

​​​​​​​′Dixwazin bi girankirina tecrîdê gel ji ramanên Rêbertî dûr bixin’
17 hezîran, 2023   03:49
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker nahêle ne parêzer ne jî malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin û di 27′ê Nîsanê de biryar da ku qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din dirêj bike.

Ji 25′ê Adara 2021′an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Ev jî ji bo pêkhateyên herêmê fikaran çêdike.

Welatiyê bi navê Selman Nûhî yê ji Til Temirê ya Hesekê da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji girankriina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gel ji Rêber Abdullah Ocalan qut bike, fikra wî ya azad û demokrat têk bibe.

Nûhî wiha got: "Hûn çi qas tecrîdê li ser rêberê me giran bikin, hûn nikarin me ji fikra wî ya demokratîk a di mejiyê me de, bi dûr bixin. Êdî ew fikir li tevahî Rojhilata Navîn model e."

Nûhî wiha domand: "Em ê li ser metod û îdeolojiya Rêbertî bimeşin û heta dawiyê dev jê bernadin û em ê bi rêya çalakiyên şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Nûhî bang li gelên Bakurê Kurdistanê kir ku bi wan re serî li hember kiryarên AKP′ê hildin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Sena Hemod bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got ew kiryarên krîmînalîzekirinê ne.

Senayê wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê projeya demokratîk têk bibe û gelê herêmê qir bike."

Senayê CPT ji ber pêkneanîna wê ya erkên xwe yên mirovî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rexne kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê CPT zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku rewşa wî ya tenduristî aşkera bikin û bihêle malbat û parêzerên wî serdana wî bikin."

Her wiha Yasmîn Xelîl jî bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan derkevin û destwerdana lezgîn a ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bikin.

Zêdetirî 24 salan ve Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî ya 1999′an de hatiye girtin. Dewleta Tirk a dagirker car caran cezayên dîsîplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

(fr)

ANHA