​​​​​​​Li Til Rifetê hovîtiya dewleta Tirk

 Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên piştî nîvro de nexweşxaneya navçeya Til Rifetê kirin hedef û 4 sivîl birîndar kirin. Ji ber topbaranê ziyan bi nexweşxaneyê bûn. Di dîmên û wêneyên ku hatine kişandin de asta hovîtiya dagirkeran diyar dibe.

16 hezîran, 2023   20:05
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên Ezaz û Mari  yên dagirkirî bi dijwarî êrişî navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kirin. Di êrişê de nexweşxaneya navçeyê ya li ser rêya Şêrawayê ku nêzî baregeheke hêzên Rûsyayê ye hat hedefkirin.

Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê di êrişa li ser nexweşxaneyê de sivîl birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Muxlis Ehmed Nasan (25), Ebdullah Ebdurehman Murad (40), Mihemed Hemîd (45), Mistefa Hesen (27).

Di dîmen û wêneyên hatine kişandin, ziyanên ku ji ber topbaranê bi nexweşxaneyê bûne, diyar dibin.

Di van rojên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê girantir kirine. Di êrişan de çekên giran, moşek, top û balafirên keşfê bi kar anîn. Di encamê de hejmarek leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 2 tankên wan hatibû rûxandin.

(bb)

ANHA