ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-6-2023
12 hezîran, 2023   23:00

Jinên kantona Hesekê diyar kir ku desthilata Tirk hewl dide bi rêya tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ramanên wî ji holê rake û gelên azadîxwaz jê dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re çareseriya yekane ye û banga xwedîderketina li vê projeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis destnîşan kir ku helwesta Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk lawaz e û got Rûsya ne li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk e.

2 hezar û 600 kamyonên genim barê xwe li embarên genim ên bajarê Hesekê vala kirin. Xebatên wergirtina genim hîna dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê rêya gundekî navçeyê qîr kir û Şaredariya Gel a Çilaxa xizmeta welatiyan kir û amadekariya pêkanîna projeyên xizmetguzariyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina cezayên displînî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin ferzkirin, tev li xwepêşandanekê dibin ku ji qada Şehîd Xebat destpê dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jineolojiyê ya Tebqayê, werşeya kar ku ji bo nîqaşkirina hevjiyana azad û zayendperestiyê li dar xistibû bi dawî dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Sara semînerekê li hola nivîsgeha PYD`ê ya li Tirbespiyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Newroz a Çandî û Komxebata Rojhilat a Pirrengiyê, RESILIENT BEIRUT û Demokrattia novus orao seclorum bi dirûşma “Bi hev re ji bo rojhilateke navîn a demokratîk ber bi aştiyê ve” bi tevlêbûna zêdetirî 80 hiqûqnasan, siyasetmedaran û rewşenbîran li paytexta Lubnan Beyrûtê li ser asta Rojhilata Navîn dest pê dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA