Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 şehîdên ku di 10'ê vê Hezîranê de di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 3 şehîd oxir kirin
12 hezîran, 2023   20:27
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyên şehîdan wergirtin. Şehîd ev in: Yehya Xidir (Dilşêr Efrîn), Mihemed Hemo (Tolhildan Efrîn) û Elî Dawûd (Amed Şêrewa) ne ku di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Ehdas a Şehbayê şehîd bûn.

Piştî wergirtina cenazeyan karwanê wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve bi rê ket.

/ar/uploads/files/2023/06/12/182616_hsn-brkw.webp

Li wir, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hesen Berko sersaxî ji malbatên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya şêniyan re xwest.

Berko got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku berxwedana me têk bibin, lê ji ber ku ew nikarin îradeya me têk bibin, balafirên bêmirov dişînin û keç û xortên me li dûrî eniyên şer hedef digirin."

/ar/uploads/files/2023/06/12/182632_khbat-afryn.webp

Rêveberê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Xebat Efrîn soza bilindkirina asta têkoşînê û berxwedanê da û destnîşan kir ku berxwedana şêniyan a di kampan de bersiva herî xurt a li hember planên dijmin e.

/ar/uploads/files/2023/06/12/182648_rwjda-afryn.webp

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Efrîn got: "Hersê şehîd xwedî dîrokeke tijî di şoreşê de ne û ew berê fermandar bûn û DAIŞ têk birin, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker ew bi awayekî hovane hedef girtin."

Di dawiya axaftina xwe de Rojda Efrîn soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hat xwendin, ji bo malbatên wan hatin radestkirin û cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA