Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan

Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Komîna Wênesaziyê ya kantona Efrînê tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan ku berxwedana xelkê şêniyên Efrînê beriya dagirkirinê û piştî wê rave dike, pêşanda.

Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
Tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Hesekê hate pêşandan
12 hezîran, 2023   19:53
HESEKÊ

Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Komîna Wênesaziyê ya kantona Efrînê li Parka 4`ê Nîsanê tablo pêşanda.

Pêvajoya yekemîn a tabloyê, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên kantona Efrînê beriya dagirkirinê nîşan dide. Pêvajoya duyemîn jî, balê dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona dagirkirî ye. Ya sêyemîn jî, biryara derketina ji kantonê piştî berxwedana 58 rojan, rave dike.

Her wiha pêvajoya çaremîn jî, hêviyên xelkê Efrînê ji bo vegerê nîşan dide.

Bi dehan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl ên Hesekê û Efrînê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Koordînasyona Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrînê Reşîd Osman axivî û got: “Ev tablo, berxwedana dîrokî ya bajarê aştiyê belge dike.”

Wênexêz û çavdêrê tabloyan, Zekeriya Osman spasiya xelkê bajêr kir ku derfet ji wan re vekir ku tabloyê pêşan bidin û di dawiyê de got: “Ev tabloya me, pêvajoyên berxwedanê ya kantona Efrînê rave dike.”

(şx)

ANHA