Jinên ji Helebê têkildarî tecrîdê daxuyanî da

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê jin girêdayî fikr û felsefeya Rêber Ocalan û îradeya azad bin.

Jinên ji Helebê têkildarî tecrîdê daxuyanî da
12 hezîran, 2023   12:29
 HELEB

Meclisê li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek da. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Ferzende Cafer daxuyanî xwend û bi dehan endamên meclisê tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê her tim li ser rêya têkoşîn û berxwedana li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bin. Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û rêya şehîdan bişopînin.

Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê jin girêdayî îradeya azad bin. Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê ji bo tevahî gelên bindest hêz e.”

Di dewama daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin: “Rêbertî banga çareseriya aştiyane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn kir. Ji ber ku pêwîstiya gel bi çareseriyê, jiyana hevbeş a bi rengekî demokratîk, exlaqî û azadîxwaziya jinê bi rêya projeya neteweya dmeorkatîk heye.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(c)

ANHA