Malbatên şehîdan êrişên li ser xelkê Efrînê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li gundewarên Helebê, şermezar kir. Meclis diyar kir ku hêzên navneteweyî berpirsên van êrişan in.

Malbatên şehîdan êrişên li ser xelkê Efrînê şermezar kirin
12 hezîran, 2023   12:26
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê têkildarî mijarê li avahiya xwe ya li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Akademiya Şehîd Amgîhan Cûdî, Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana koçberên Efrînê yên li kampên li herêma Şehbayê hat kirin.

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê Efrînê hat şermezarkirin û hat gotin: “Xelkê Şehbayê ne bi tenê ye, ew ê heta dawiyê li dijî dewleta dagirker li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyaniya malbatên şehîdan bi saetekê, balafireke keşfê ya dewleta Tirk li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê erebeyek kir hedef. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 3 kes birîndar bûne.

(c)

ANHA