Li Iraqê têkildarî Kampa Holê civîneke navneteweyî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand ku dê îro têkildarî malbatên iraqî yên li Kampa Holê civîneke hikumetê û aliyên navneteweyî pêk were.

Li Iraqê têkildarî Kampa Holê civîneke navneteweyî
12 hezîran, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmed Sahaf ji ajansa nûçeyan a Iraqê re got: “Dê îro ji bo nîqaşkirina nêrîna hikumeta Iraqê der barê Kampa Holê ya li Sûriyeyê de, wezîrên karên derve, şêewirmendên ewlehiya neteweyî, şande û rêxistinên li Iraqê dimînin, bicivin. Çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê ji bo Iraqê êdî berjewendiyeke ewlehiyê ya bilind e, ji ber ku gelek bandorên civakî çêdike.”

Li gorî Sahaf, hikumeta Iraqê bang li civaka navneteweyî dike ku ji hemû dewletên ku welatiyên wan li Kampa Holê bixwaze ku wan welatiyên xwe di zûtirîn demê de vegerîne û vê kampa ku bûye cihekî xeternak, bigirin. Sahaf da zanîn ku hikumetê erk belav kirine û berpirsyarî ji komeke saziyên hikumetê re diyar kirine da ku xebatên veguhastin, amadekirin û tevlêkirina hemû malbatên iraqî yên ji kampa Holê hatine, dewam bikin.

Sahaf her wiha bi bîr xist ku bi giştî 5 hezar û 569 kes ji kampa Holê veguhastine Iraqê.

(c)