QSD: Îdiayên têkildarî şehadeta 12 şervanên me ne rast in

Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 12 şervanên wan derewandin.

QSD: Îdiayên têkildarî şehadeta 12 şervanên me ne rast in
12 hezîran, 2023   11:15
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li gorî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên me di 11`ê Pûşperê de li rojavayê Firatê li dijî baregeheke wan çalakî li dar xistiye û bi bersivdana wan 11 û 12`ê Pûşperê  bi giştî 12 şervanên me hatine şehîdkirin. Ev îdia ne rast e.”

(c)