Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin

Li her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kobanê, Rojava û Şerq) ezmûnên dawiya sala perwerdeyê ya 2022-2023'yan îro dest pê kirin.

Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
Ezmûnên dawiya salê yên zanîngehan dest pê kirin
12 hezîran, 2023   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

ZANÎNGEHA KOBANÊ

765 xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên dawiya salê kir. Ezmûn dê heta 26'ê mehê dewam bikin.

Zanîngeha Kobanê ji 12 beşan; Fakulteya Wêjeyê, Fakulteya Perwerdeyê, Fakulteya Zanistên Xwezayê, Peymangeha Zanistên Xwezayê, Peymangeha Zanistên Perwerdeyê, Peymangeha Bijîşkiyê, Peymangeha Teknîk, Peymangeha Muhasebeyê, Peymangeha Zimanan, Peymangeha Zanistên Rêvebirina Qanûnê, Peymangeha Lêkolînên Bilind a Zanistên Perwerdeyê û Peymangeha Lêkolînên Bilind a Zanistên Civakî pêk tê.

ZANÎNGEHA ROJAVA

Ji bilî Fakulteya Bijîşkiyê, li 11 fakulte, 2 peymangehên fêrkirina bilind û peymangeheke din ên Zanîngeha Rojava jî hezar û 600 xwendekaran dest bi ezmûnên dawiya salê kir. Ezmûn dê 26'ê Hezîranê bi dawî bibin.

Ezmûnên sala yekemîn ên Fakulteya Bijîşkiyê dê sibê (sêşemê) dest pê bikin û 2'yê Tîrmehê bi dawî bibin. Ezmûnên salên 2, 3, 4 û 5 jî dê 8'ê Tîrmehê dest pê bikin û 30'ê Tîrmehê bi dawî bibin, ezmûnên sala 6'an dê destpêka Cotmeha bê dest pê bikin û 22'yê heman mehê bi dawî bibin.

ZANÎNGEHA ŞERQ

Li Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê ezmûnên dawiya salê îro dest pê kirin.

Zanîngeha Şerq ji Fakulteya Zanistî, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Endazyariya Çandiniyê, Fakulteya Hiqûqê, Fakulteya Wêjeyî, Peymangeha Zimanê Îngilîzî, Peymangeha Kompîturê, Peymangeha Zanistên Îdarî û Peymangeha Rêveberî û Darayî pêk tê.

Têkildarî rêveçûna ezmûnan, hevseroka Peymangeha Zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Şerq Meryem El Hisên ji ANHA'yê re axivî û got: “Ezmûn bi awayekî baş bi rê ve diçin, heta niha hewldanên sextekariyê ji aliyê xwendekaran ve çênebûne. Ji bo zimanê îngilîzî jî hinek astengî li pêşiya me derketine. Em jî hewl didin asta wan bi pêş bixin.”

Meryem El Hisên destnîşan kir ku ji bilî Beşa Zimanê Îngilîzî, Peymangeha Teknîk û Beşa Wêjeya Erebî, xwendekarên tevahî fakulteyan derbasî ezmûnan bûne.

(sb/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C9lRY1Ts6pE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eLSQkgNLgy8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>