Di êrişa li Kobanê de 3 kes birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî motrosîklêtekê li başûrê bajarê Kobanê de, 3 welatî birîndar bûn.

Di êrişa li Kobanê de 3 kes birîndar bûn
12 hezîran, 2023   11:06
KOBANÊ

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker saet di 11:55`an de li ser rêya Helebê ya li başûrê bajarê Kobanê li motorsîklêtekê xist.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de welatiyên bi navên Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28) û Elaa Ebdurezzaq (22) birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, birîndar rakirine Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û rewşa yekî ji wan giran e.

(c)

ANHA