Kujerê zaroka ji Dirbêsiyê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kujerê zaroka ji gundewarê Dirbêsiyê hatiye girtin û diyar kir ku dema lêpirsîn bi dawî bibe, dê bûyerê ronî bikin.

Kujerê zaroka ji Dirbêsiyê hat girtin
11 hezîran, 2023   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna Li dijî Sûcan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, duh (10`ê Hezîranê) kujerê zaroka bi navê Înas El Casim ya ku roja înê cenazeyê wê hatibû dîtin, girtiye.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema lêpirsînê bi dawî bibe, dê detayên vî sûcî eşkere bikin.

(c)