Hejmara nû kovara Komunar derket

Hejmara 3'yemîn a kovara Komunar bi manşeta "Şerê gel ê şoreşgerî" derket.

Hejmara nû kovara Komunar derket
11 hezîran, 2023   12:09
QAMIŞLO

Hejmara nû balê dikişîne ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şerê gel ê şoreşgerê de, dîplomasiya şerê gel ê şoreşgerî, ciwanên pêşeng û nêrîna giştî yên li ser şoreşên gelan ên di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de. Têkoşîna PKK'ê jî di hejmara nû de cih girt.

Kovara Komuner ku ji aliyê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civak ve tê derxistin ji 54 rûpelên bi zimanê erebî û 159 rûpelên bi zimanê kurdî pêk tê.

Kovar her sê mehan carekê derdikeve. Hejmara (o) a kovarê di dawiya 2021′yê de derket, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî weşan demekê sekinî. Hejmara yekemîn jî di zivistana 2022′yan de, ya 2 jî di bihara 2023′yan de derketibûn.

(fr)

ANHA