Niştehicên Şehbayê dijî tevkariya Rûsyayê bi dewleta dagirker re derketin

Koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê bêhelwestiya Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û got ku eger ev siyaset bidomin, ew ê serî li tedbîrên din bidin.

11 hezîran, 2023   11:15
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrînê û niştecihên katnona Şehbayê ji bo şermezarkirina bêdnegiya Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî xelkê herêmê, li xaçrêya gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û dest bi meşê kir.

Malbatên şehîdan, endamên saziyan, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tev li çalakiyê bûn.

Çalakvanan pankartên bi nivîsên "Peymana Edenayê binpêkirina serweriya dewleta Sûriyeyê ye", "Na ji lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser hesabê xwîna Sûriyeyiyan", "Bêdegniya dewleta Rûsyayê li hember qetilkirina me şerm e", "Tirkiye me dikuje û Sûriye me dorpêç dike", "Na ji dagirkeriya Tirk re" hildan.

Şêniyên ku ber bi Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê ve meşiyan, bênavber diruşmeyên li dijî bêdengiya Rûsyayê û hevkariya wê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de, berz kirin.

Dema ku girseya gel gihaşt ber Navenda Lihevanîna ya Rûsyayê, şandeyek ji Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên, cîgirê meclisê Cemal Reşîd, hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya meclisê Mistefa Şan çû navendê û nameyek radstî rêveberiya navendê kir.

Di nameyê de hat gotin ku Rûsya bi bêdengiya xwe ya rê dide dewleta Tirk a dagirker ku êriş û komkujiyan li djiî xelkê herêmê de bike û ev helwesta wê hat şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku senaryoyên bi vî rengî li dijî şêniyên Efrînê dubare dibin û hat gotin: “Rûsyayê soza ku ji bo parastina herêmê ji hedefgirtin û êrişan dabû, bi cih neanî. Ji ber vê yekê, bi dehan welatî di êrişan de şehîd bûn, xaka me hate dagirkirin û demografiya herêmê tê guhartin.”

Siyaseta Rûsyayê ya li dijî xelkê herêmê hat rexnekirin û hate gotin ku ev siyaset berdewam bikin, ew ê tedbîrên guncaw bigirin.

Piştî ku şandeyê hevdîtin bi rêveberiya navenda rûsî re kir, endamê şandeyê Cemal Reşîd axivî û anî ziman ku rayedarên rûs gotine ku ew ê nameya xelkê Efrînê ji fermandariya baregeha Himêmîmê re bişînin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan û fedekariyên şehîdan û şermezarkirina hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re, bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Ehdas a gundewarên Helebê li erebeyekê dabû. Li gorî daxuyaniya YPG`ê, di êrişê de 3 şervanên YPG′ê şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne.

Tê destnîşankirin ku ev cara yekemîn e êrişeke bi vî rengî li cihekî tenê 15 km dûrî navenda bajarê Helebê ye û 38 km dûrî sînorên Tirkiyeyê ye, tê kirin.

(fr/c)

ANHA