Hemahengiya Zanîngehan bang kir: Bê deng nemînin!

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi xelatkirina çeteyê di lîsteya 'terorê' de cih digire, peyama parastina kujeran dide û bang li her kesê kir ku li hember van kiryaran bê helwest nebin û kujeran bê hesab nehêlin.

Hemahengiya Zanîngehan bang kir: Bê deng nemînin!
11 hezîran, 2023   10:36
QAMIŞLO

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî çeteyê ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef kuştiye yê ku di “lîsteya terorê” de cih digire û dewleta Tirk a dagirker ew li zanîngehên xwe daye xwendin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa ve li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin û hejmareke mamoste û xwendekarên zanîngehê amade bûn.

Rohan Mistefa bi bîr xist ku serçete “Hatim Ebû Şeqra” û koma wî ya “Ehrar El Şerqiyê” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Mafên Mirovan (HRW), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û gelek saziyên navneteweyî ve wekî “terorîst” tê dîtin.

Rohan, diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê pîvanên mirovî, exlaqî, polîtîk û yên navneteweyî binpê dike û vê peyamê dide 'Em ê hem we bikujin, hem kujerên we biparêzin'.

Rohan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker, zanîngehan wekî navendên şerê taybet li dijî gelê Kurd bi kar tîne û destnîşan kir ku pêwîst e zanîngeh û navendên akademîk ji nêzîkatiyên faşîzane, netewperest, zayendperest û olperest werin parastin û bibin cihên pêşxistina hişmendiya demokratîk.

Rohan di dawiya axaftin xwe de bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan, hemû zanîngeh û akademîseyenan kir ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin û înîsîyatîfên avakar û demokratîk pêş bixin.

(sb/c)

ANHA