Xelkê Efrîn û Şehbayê: Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin!

Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê hêrsa xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêhelwestiya Rûsya û ‎hikumeta Şamê nîşan da û got ku ew ê dev ji doza xwe bernedin û tola şehîdên xwe rakin.

Xelkê Efrîn û Şehbayê: Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin!
11 hezîran, 2023   11:39
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Îro bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Şehbayê û bêdengiya Rûsyayê û hikumeta Şamê li hember van êrişan, çalakî kir.

Şêniyên beşdarî çalakiyê bûne, der barê mijarê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Jina bi navê Emîne Dîngilî diyar kir ku tevahî cîhan çavên xwe li êrişên rojane yên li dijî niştecihên herêmê digire û got: “Dewleta Tirk rojane êrişî me dike. Wek gelê Efrînê em ê her tim li hember van êrişan bisekinin, xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin û em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Emîne, bêhelwestiya Rûsyayê û bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember van êrişan rexne kir û bi van gotinan biryardariya berxwedanê da: “Wek jinên Efrînê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernadin, em ‎ê her tim li qadan bin."

Zozan Hec Xelîl jî diyar kir ku gelê Efrînê tu carî serî li hember dijmin natewîne û ev tişt anîn ziman: "Em tu çarî koletiyê qebûl nakin. Wek dayik, em ê her tim li ‎pişta zarokên xwe bin.”

Zozan got: “Şerm e ku balafireke bêmirov li ser ‎esîmanê Sûriyeyê bigere, êrişan pêk bîne û dewleta Sûriyeyê li hember wê bêdeng bimîne."

Gulê Cefer jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hemwextî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê û ev tişt gotin: "Herêm û xelkê wê li pêşiya çavên dewleta Rûsya û civata navneteweyî rastî êrişan tên. Divê dawî li kuştin, talankirin, qirkirin û êrişan bînin. Em dixwazin aloziya Sûriyayê ‎bê çareserkirin."

Şêx Ednan jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê herêmê şermezar kirin û diyar kir ku di êrişan de zarokên wan tên şehîdxistin.

Welatiyê bi navê Mihemed Bayrem jî sûcên dewleta Tirk a dagirker, hevkariya Rûsya û dewleta Sûriyeyê ya bi dewleta dagirker re, şermezar kirin û got: “Ew ê bi vî rengî nikaribin berxwedan û doza me têk bibin. Em ê hesab ji dewleta Tirk bixwazin û tola ‎şehîdên xwe rakin."‎

(c)

ANHA