Li Kerkûkê 2 efserên artêşa Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê êrişî leşkerên Iraqê kir. Di êrişê de 2 efserên artêşa Iraqê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê 2 efserên artêşa Iraqê hatin kuştin
11 hezîran, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê şevê din saet di 22:00'an de bi çekên sivik û navîn êrişî nuqteya Tugeya 32'yan a Firqeya 8'an a artêşa Iraqê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li nêzî gundê Til Werd ê navçeya Dibis ê parêzgeha Kerkûkê hat kirin û di encama êrişê de 2 efserên artêşa Iraqê hatine kuştin û 3 leşker birîndar bûne.