Li Efrînê talan û gefa kuştinê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyekî Kurd dema di ser benda kontrolê re derbas dibû, da rawestandin û di bin gefan de pere û tiştên pê re desteser kirin.

Li Efrînê talan û gefa kuştinê
11 hezîran, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrîna dagirkirî sûcên revandin, talankirin, wêrankirin, guhertina demgorafîk û qirkirina xwezayê bênavber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di 5’ê Hezîranê de çeteyên Koma “Suleyman Şah” ku bi navê “El Emşat'' tên nasîn, dema welatiyê bi navê Ebdo Mistefa yê ji navçeya Mabeta ya Efrînê li ser bendekî kontrolê re derbas dibû gefa kuştinê lê dan piştre 200 dolar û 600 lîreyên Tirk tevî telefona wî jê standin.

Bûyer li benda kontrolê ya çeteyan a li ser rêya gundê Dergirê yê heman navçeyê qewimiye.

Tê destnîşankirin ku kesên di ser bendên kontrolê yên dagirkeran re derbas dibin, bi talanê re rû bi rû dimînin û gefa kuştin û girtinê li wan tê xwarin.

(bb)

ANHA