Xelkê Silêmaniyê Huseyîn Arasan oxir dike

Ji bo Huseyîn Arasan ê ku di êrişa çekdarî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bibû, merasîm hat lidarxistin. Piştî merasîmê cenazayê Huseyîn ber bi goristana Qendîlê ve hat oxirkirin.

Xelkê Silêmaniyê Huseyîn Arasan oxir dike
11 hezîran, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê Hezîranê de li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Huseyîn Arasan êrişa çekdarî pêk hatibû û Arasan bi giranî birîndar bibû. Huseyîn, duh tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin û şehîd bû.

Cenazeyê Arasan ku rakiribûn tiba edlî, îro birin mizgefa Ehmed Hacî Elî ya li Silêmaniyê.

Cenazeyê Huseyîn Arasan îro ji Morga Saziya Tiba Edlî bi tevlîbûna sedan kesî û dirûşman hate girtin û ji bo merasîmê birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî. Li mizgeftê ji bo şehîd merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mûsa Xalid axivî. Xalid got: “2 sal in gelek hevalên me hatin qetilkirin, faîlên wan dewleta Tirk bûn, lê mixabin ji bo pêşiya van êrişan bê girtin tiştek nehatiye kirin.”

Xalid diyar kir ku li bajarek Kurdistanê siyasetmedarên Kurd têne terorkirin û kesek nayên girtin, ev jî wan diêşîne û wiha dom kir: “Êrişî me dikin, derbasî Hewlêr, Dihok û Tirkiyeyê dibin. Li Silêmaniyê bi sedan kameran hene, çima pêşî nayê girtin.”

Xalid bang li hikumetên Iraq û Hewlêrê kir ku dev ji van polîtîkayên qirêj berdin û xwest ku daxuyaniyekê bidin.

Xalid di dawiya axaftina xwe de got: “Heya faîlên hevalên me neyên girtin, bila kes behsa Kurd û Kurdistanê neke.’

Piştî daxuyaniyê, dirûşmeyên li dijî îxanetê hatin berzkirin.

Piştre endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Şêrko Heme Emîn axivî. Emîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, civaka navnetewî û desthilata Başûr ên ku li hemberî van êrişan bêdeng in, wekî berpirsiyar nîşan da û got: “Ti daxuyaniyek fermî jî nedane. Bang li hemû Kurdan, saziyên mafên mirovan dikin da ku pêşî li van kiryarên ne mirovane bigrin.”

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd bi karwanekê wesayîtan ber bi goristana Qendîlê ve hate oxkirin.

(c)