​​​​​​​Li Efrînê 4 kes hatin revandin

Çeteyên Polîsên Leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker, di nav de jineke ciwan, 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

​​​​​​​Li Efrînê 4 kes hatin revandin
7 hezîran, 2023   08:54
 ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî 4 welatiyên ji gundê Keferdela Jêrîn ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, revandine. Hate ragihandin ku di nava kesên revandî de, jineke ciwan jî heye.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Elîf Hec Resûl, Newal Hec Henan (25), Mehmûd Ebdurehman Dawûd (41), Ebdullah Hec Henan (45).

Kesê hatine revandin birin cihekî nediyar û ji bo berdana wan fidye ji malbatên wan hat xwestin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandinê wek amûreke qezecnkirina pereyan û şantajê li dijî şêniyên herêmê bi kar tînin.

(c)

ANHA