​​​​​​​Li Til Hemîsê hemleya paqijiyê

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê însiyatîfa paqijiyê da destpêkirin. Însiyatîf bi armanca hişyarkirina gel der barê paqijiyê de hatiye ragihandin.

​​​​​​​Li Til Hemîsê hemleya paqijiyê
7 hezîran, 2023   10:05
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ji bo parastina xweşikbûna navçeyê, parastina jîngehê û hişyarkirina gel li ser paqijî û hevkariyê, însiyatîfa paqijiyê da destpêkirin. Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyan beşdarî însiyatîfê bûn.

Beşdarên çalakiyê ji saetên siharê de ji pêşiya Çerxerêya Serdozgeriyê ya li rojavayê navçeyê dest bi komkirina kaxiz û gilêşê kir. Kolanên şaxî û sereke jî hatin paqijkirin.

Însiyatîf li deriyê bakur ê têketina navçeyê bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA