Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya

Koma Muzîkê ya Şehîd Elefterya ku ji jinên ciwan pêk tê, bi hunera xwe dengê jinan û berxwedana wan radigihînini civakê.

Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
Dengê jinên ciwan: Koma Şehîd Elefterya
7 hezîran, 2023   08:51
QAMIŞLO HÊLÎN EYLÛL

Koma Muzîkê ya Şehîd Elefterya di Sibata sala 2021’an de li bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê hatiye avakirin. Koma ku ji 8 jinên ciwan pêk tê, di bin sîwaneya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de xebatên xwe dimeşîne.

Hemû endamên komê di malbatên evîndarên muzîkê de mezin bû, lewma ji zarokatiya xwe ve dest bi vê hunerê kirine. Dema tevlî xebatên Hîlala Zêrîn bûne û kom hatiye avakirin jî, êdî ji amatoriyê ber bi profesyoneliyê ve dest bi rêwitiyê kirine.

Di zêdetirî 2 salan de bikaranîna amûrên muzîkê yên wekî tembûr, gîtar, erbane û darbuka fêrbûne, li ser deng û awazan perwerde dîtine. Perwerdeya xwe jî bi stranên gelerî, dengbêjî û nûjen jiyanî kiriye. Heta niha 40 stranên gelerî û hunermendên Kurd ên weke Eyşe Şan, Aram Tîgran kom kirine û di şahî, bername û çalakiyan de gotine.

Ji bilî stranên gelerî, Koma Elefterya li ser nivîsandina gotinên stranan û awazan jî kar meşandiye û heta niha 2 stran çêkirine. Strana yekemîn bi navê “Xeml û Xêza Kurdistanê” hatiye çêkirin û behsa bedewiya Kurdistanê dike. Strana duyemîn jî li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bi navê “Gurzê Gerîla” hatiye amadekirin.

TEVLÎ FESTÎVALA STRANAN A ORKÊŞ BÛN

Koma Şehîd Elefterya cara yekem di  11’ê Gulanê tevlî festîvalek mezin a mûzîkê bû û hunera xwe pêşkêş kir. Komê di 2’yemîn Festîvala Muzîkê ya Orkêş ku li Qamişlo hat lidarxistin de, herdu berhemên xwe, hem jî stranên gelekî pêşkêş kirin.

Endamên komê têkildarî xebatên xwe ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê komê Suriye Ebdullah Mistefa ku ji zaroktiya xwe ve bi karê mizûkê re eleqedar dibe, di avakirina Koma Şehîd Elefterya de cih girtiye. Suriye Ebdullah dibêje ku dayîk û bavê wê jî stranbêjin lewma hîn di zarokatiya xwe de dest bi karê muzîkê û stranan kiriye.  

Suriye destnîşan kir ku bi stranan êşên jinan û berxwedana şervanan tînin ziman û wiha got: “Me xwest bi strana xwe ya bi navê ‘Gurzê Gerîla’ berxwedana şervanên YJA STAR bînin ziman.”

‘EM  ÎLHAM Û HÊZA XWE JI WAN DIGIRIN’

Endama komê Wensa Mihemed jî keça dayik û bavek şanoger e; li ser daxwaza wan tevlî xebatên çand û hunerê yên Hîlala Zêrin bûye û ev 3 salin kar dike. Wexa koma Şehîd Elefterya hatiye avakirin jî tê de cihê xwe girtiye. Wensa armanca xwe bi gotinên wekî, “Dixwazim estrumanan fêr bibin, li ser deng xwe perwerde bikim û bibim dengbêjek navdar” tîne ziman û dibêje ku çavkaniya wê ya îlhamê jî berxwedana gerîlayên azadiyê ye.

Hindê Tahir jî di zaroktiya xwe de bi karê mizûkê re eleqedar bûye û piştre tevlî Koma Şehîd  Elefterya bûye. Amûrên gîtar û erbane bikar tîne û dibêje “Hedefa me ew e ku bikarîn bi muzîkê dengê jinê bigihînin gelê xwe.”

ANHA